AlgemeinesSuchmaschinenoptimierung

Allê oxçî

Apê All, î li ber refê kab-kacaxa dawestîyê û bi aseyê (Baston) xwe dixwazê ku di refê bilintirîn bigêhêje û qabeka paxir dahîne erdê. Ew î bi şa nakê ku bi destê xwe di wir bigêhê, ji bo wê wî aseyê xwe ters çerxkirîyê û axzê asê ya xar giheştandîyê qûlpê beroşekê û ji ser refê ku dîne erdê.
Xaltîyê Zêz(Zêzik, me navê wê kurt kiribû û digot Zêz), jî dixwazê ku ji wê hewese wî re bi manî be û wî ji evlegê bi derxe. Ku wê, ez dîtim, ew berda û hat li ber min gerîya »Bekoo qurban! Mehîle ku ma ev beroşê cîzê min bibe bifroşe«. Min, hu kiri bû. Perê (lîra, kayma) Allê xelasbûn, qabeka paxirî ê li rê. Yanî wa mîna dênklemê ku min li matêmatîkê xandîyê. Denklem jî usayê. Perê Allê –(eksî, mînûs) = beroşek – (eksî,mînûs) yê li ser refê evligê, yanjî ji cîzê xaltîyê Zêz. Wa tiştekî ku bûyê rûtîn li we malê, ema min dîsa jî, bi derewa got »Apî All, tu çing qamîşe beroşê xaltî Zêz dibî ku bibî bifroşî?«
Wî ku dengê min bihîst di ser millê xwa çepê ra li min mesekir û bi burîyê xwe, (Bi jorda rakirin û dîna, çav qirpî) tarîf kir ku ez tewe we meselê nebim û wî rehet bihîlim qû ma ew berdewam ke. Bi rastî, îşê ku wî dikir î bi zahmet bû. Di wê nawberêda çengelê asê kete qulpê beroşê û qişand, danî erdê. Şa bûn û kêfê wî mîna ku li suretê wî hatibû niwisandin. Mîna hirçek a ku hengiv dîtî av bi devê wî ket. Xalte Zêz dîsa hucum kir. Le, nebû. Wî xaltî azar kir û got; »Ji malekêra beroşek bese. Ji bo çi weqes kap-kacax?«Beroşa paxir li bin çengê wî derket der. Li ber malê bang kir.
»Bekoo, ware wir.« Ez, mahçûp bûm. Min, ji xaltîye Zêz fedî kir. Mîna ku min beroşa paxir dizîyê. Derketim derva kêfê Allê ez ji helînamê bin çengê xwe. Bi dengekî şa mîna dengê zîl-zengilê kerîk pez ku bihêrişe ser avê. Got;»Bi minra ware ku em herin çarşîyê.« Min got »Na, li qisurê min meze meke, ez nikarim ku bi te ra bereber herim çarşîyê. Ezî ji xaltîyê fedî dikime« Wî mîna kû îtîraz a min nebîhîstibe û got, »De zû, zêde dirêj mekê«.
Ez û All berve çarsîyê ketinî rê. Wî, beroş ji çengelê asê bi der xist û da min. Li naw bajêr bi minra got »Tu, li tûkanê Tılgırın mêmêt derîyê min çavke«. Ez, li neskîyê tûkanê îştim û çû. Tılgırın Mêmêt î ji gundê tirkayê ew û All ê hewdu ji gûnd da nasdikine û nasê hewin, ez çûme cem wî. Wî, ku ez dîtim ji paş dezgeh da got »Ulaa gurban, hoş geldin yêgênim, nöörüyon eyîming« Ez, kenîyam û ketime tûkanê. Min jî got »Merhaba Mêmêt emî! Sagol êyîm, êyîm Ya sen nasısın? İşler nası? Yengem Urxiye, nasil? Çol-çocuk, iyi mi ?« Wî, di ber bersiv ê bange çiraxê xwe kir û bi wî ra got »Oolum, kop yel giming, aabene bi çay gap da gel« çerxe min bû got»Ulla ey olmayıpda nöörecix, bundan kelli bostan olup göverecek halımız yok ya. Sen keyfine bak«.
Kursîk direje min kir ku ez li ser runim, di wê nawberêda mustêriyê wî hatin paşê çaya min hat, paşê All hat bi sureteki bi ken û bi moralêkî xwerde mîna ba ê xerîp ku ki hatê ber wî ew î wî paç bikê. Ji Tilgirin Mêmêt ra bi desta îsarêt kir(muşterîyê wî pirbûn)Xatir xast. Bi, min ra got »De rabe ku em herin«.

Ein Gedanke zu „Allê oxçî

Schreibe einen Kommentar

Deine E-Mail-Adresse wird nicht veröffentlicht. Erforderliche Felder sind mit * markiert.